|
|
|||||||||||||
|
|
|||||||||||||
|
|
|
||||||||||||
|
DÎROKA ALAYA
KURDISTANÊ Mon Sep 5, 2005 HISTORY OF KURDISH FLAG Wek her milletî,
Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e
û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920-an de ji alî Teshkîlatî
Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Mistefa
Pasha Yamûlkî yek ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku þiklê ala
Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Þêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê
rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya
Þêx Mehmûd ku di 10.10.1922-an de hatiye tesbîtkirin jî bi pêshniyara wî
hatibe qebûlkirin. Her
millet, netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nîþana huwîyeta wan e,
sembola hebûna wan e. Ala her milletî bi shiklekî ye, reng û sembolên wê bi
awayekî ye. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê
bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye. Di tarîxê
de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku þûna alê bigre bikaranîne, em baþ
nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li
cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. ó
wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li shûna alê
sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî,
Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine,
leshker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û
kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek Þedadî,
Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv
serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin,
xwedî leshker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li
Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li þûna alê bi kar
dianîn hebûya. Mîr
Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî
pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê
têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan
shandibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe
kêshtîyên sher û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr
Bedirxanê ku hewqas tisht kirîye, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu
belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alên wan çawa bûn. Wex efsane
her Kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pêshtimalek wî heye. Pishtî
ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe hukumdarê welêt û pêshtimala xwe jî
wek al bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê têde al hatiye bi kar anîn. Dîsa di
klasîkên Kurdî de jî gelek shaîr û nivîskarên Kurdan wek gotin al bi kar
anîne. Çend mînak: Zalimê
kushtim shepalê, Nazikê,
qencê delalê, Bûn hîcaba
zilf û xalê, ædek û ala
û tox. (Ji Dîwana
Melayê Cizîrî, 1407-1481) Bejn û
bala tox û ala Min kirin
vêkra mitala Çîçeka
terhînî wala Dil ji min
bir, dil ji min. (Ji Dîwana
Melayê Cizîrî) Lê me hêvî
wasiq e ez feqîr Jêrî alaya
te bim roja -esîr. (Ji
Mewluda Melayê Batê, 1417-1491) Ya Reb
îmanê dixwazin em midam Jêrî alaya
Muhemmed wesselam. (Ji
Mewluda Melayê Batê) Îsharet
wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret shîn, Ceman qels
û betel merd û lîwa ala, alem nîshan. (Ji Nûbara
Ehmedê Xanî, 1651-1706)
Ala Kurdî
ya îro system free valid delivered price offre to wehen you i am Ala Kurdî
ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin
bi bashî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka
salên 1920-î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û
tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdistan Teali Cemiyetî li ser qerta huwiyetê a
komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku
ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (1). Li gor
Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Pasha) ala Kurdî ya îroyîn ji alî Teshkîlati
Îctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku shiklê wê weha ye; li jor rengê
sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya
Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine. Her çendî
di destê me de tu belgeyek din an jî rismek alê ya wê wextê tuneye, lê dîsa
jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Ala Kurdî ya ku îro ji
alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1920-î de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye
Cemîyetî ya Kurdan hatîye çêkirin (2). Di 1921-an
de Mistefa Pasha Yamûlkî li gel hin ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaiye
Cemiyetî; Xelîl Rami Bedirxan, Kemal Fewzi, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin
Kurdistana Bashûr, lê Îngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Pasha
Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Pasha diçe
Silêmaniyeyê û di hukumeta Kurdî ya ku di 10.10.1922-an de di bin hukumdarîya
Shêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (2). Her wê
demê ji alî Shêx Mehmûd ve alek Kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn
(3). Di destê me de ev al jî tuneye ku em bibêjin shiklê wê çawa bû. Lê ji
ber ku Mistefa Pasha Yamûlkî yek ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî
ye ku shiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Shêx Mehmûd de jî bûye
wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr
e ku ala Kurdî ya dewra Shêx Mehmûd jî bi pêshniyara wî hatibe qebûlkirin. Rismê Ala Kurdî-1928 Ronakbîr û
siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928-an li Kurdistanê û li Îstenbolê
di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan
pishtî salên 1925 û 1930-yî hatine li Sûriye bi cih bûne. Her wê wextê jî bi
navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weshan û kitêbên ku wê demê li ser navê
Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920-de hatiye
tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin. Dîsa tê
gotin ku di serîhildana Agrîyê de Îhsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye.
Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye
belavkirin. Mesela li
ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye-
ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag
of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya
Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon,
Philadelphila, 1928) Di Gulana
1993-an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana
Sûrîyê. Li Qamishlîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîshanî me da û got ku
"Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her
çendî em ne pisporê qûmash in, lê ji qûmashê wê welê dixuya ku gelek kevn bû.
Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewshen Bedirxan yên
nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî kishand. Kovara
Hawarê û Ala Kurdî, 1932 Di Hawarê
de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin. Celadet
Alî Bedirxan di vê gotarek xwe de (gotar hem bi herfên Latînî û hem jî bi
herfên Erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alê de ala me ya îroyîn tarîf
dike û weha dibêje: ".....Ala
Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj
diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 Îlon 1932), r.
1-2) Ala Kurdî
di 1932 -an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi
rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî
kesk, di ortêde jî tavek 18 tîrêjî (an jî stêrkek 18 niçikî) heye. Celadet
Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina Shêx Evdirrehmanê Garisî nivîsek
nivîsîye û têde weha dibêje: "...Belê
Shêxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kelash pê nehatîye
pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê. Min kefenê
te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veshartî nav rûpelên Hawarê
û li serê wê kêla te daçikand. Kefenê te
kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl
bibit. Tirba te
tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dishike, ne cax û dîwarên wî
bi ba û bagerê hildiweshe, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev
dikeve. Tirba te
kitêbek e, ko nifshên milletê me deste-desta bikin û her nifsh ji nifshê din
re heta pashîyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin. Ev tirba
te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....." ("Shêx
Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3) Dîsa di
Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4-an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan)
helbestek li ser ala Kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in: Alê Kurdan Ala Kurdan
di nav rok Çi bedew û
bi heybet Bi çar
reng î, rengên te Çi delal û
çi xweshkok Xêzek kesk
û xêzek sor Nav sipî û
nîvek zer keskesor
e, bi roj e Ev li jêr
û ew li jor Herekol
Azîzan b. Hawar,
no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4 Di Hawar,
no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsîye
û di malikên pêshîn ên vê helbestê de ala Kurdan weha tarîf dike: Ala Kurdan Ronahiya
dil û çav, Diyarîya
dê û bav Pêsîra wê
roj û tav Spehitiya
ax û av Ala Kurdan
ser be ser Sor û gewr
e kesk û zer. Dr.
Kamûran Alî Bedirxan b. Dilê Kurên
Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, Sham, Çapxana Tereqqî, 1932, r. 25 û
Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 Di
çîrokeke Nureddîn Zaza de Ala Kurdî Nûredîn
ósif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor
çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra Shêx Seîdê Pîran dike û qala
dibistana xwe dike, pashê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê
dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê
serayê ye û pashê çîrok weha dom dike: "...Xelk
li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tishtê rengîn di ser serê me re
sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe
geriyam. Leshker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn.
Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî: -Bavo ev
çi keskesor e li ser serayê? -Ev ala me
ye kurê min! Ev shan û sherefa milletê Kurd e! -Berê yeke
sor hebû, ew çi bû bavo? -Ew ya
neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe
derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê
xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite. Ez bi
gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û
ez danîm erdê.........." Pisht re
li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên eshîrtî, neliserhevbûnê, serketina wan
pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala Kurdan ji dîregê datînin û
çîrok weha dom dike: "...Ala
rengîn, shan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li
shûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no:30 (1/7/1941),
r.4-5) Li
Mehabadê Ala Kurdî, 1946 Zinar
Sîlopî (Qedrî Cemîl Pasha) derheqê Ala Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha
dibêje: "Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an
de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li
kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pisht wê jî çiyayek û dareke
çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan
nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(4). Dîsa di
hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke
Kurd, Îshret Azmî ya li ser ala Kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala
Kurdî em çen rêzan ji wê axaftinê li jêrê dinivîsin: "...Ey
Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîshana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor
shahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîshana
dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê
ye......"(4) William
Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: "Di Gulana
1944-an de rêxistina Komel, bi alîkarî û hevkarîya hevalbendên xwe yên li
Iraqê, ala Kurdî ya milî hazir kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her
xetek wê rengek bû. Li jorê sor, li ortê sipî, li jêr jî rengê kesk cih
digirt. Bi vî awayî bi ters qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû
çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên
genim, li pisht wan jî çiyayek û qelemek hebû"(5) "...Serê
sibeha meha Çileya Pashîn a 1946-an bû. Tav diçirisî, rojeke xwesh bû....Ji
gundên dorê gundî û serok eshîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çwarçirayê
tijî bûbû. Caddeya ku ji herdû serîyên bajêr digihîsht Meydana Çarçirayê bi
alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(6) Musa Anter
di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel
Yusif AzizoÛlu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî
dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe
dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: "Wezîfa çêkirina alê li
ser min bû. Ez çûm Kapalõçarshõyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmash
kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola
reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, ashîtî ye, sor, xwîn û shoresh r,
kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê
Kurdan Zerdûshtî ye...."(7) Bulletin
Du Centre D-Etudes Kurdes, 1948 Di bin
berpirsîyarîya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên
1948-1950"yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi
Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara
wê ala Kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li ortê, kesk li jêr û li
ortê jî roj zer (8). NASÎNA ALAYA KURDISTANÊ
Alaya
Kurdistanê ji sê zeviyan pêk tê û li ser wan sê rengan jî tava rojê heye. SÊ ZEVÎ: Alaya Kurdistanê ji sê
zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Li jêr tu
dikarî drêjî û frehîya alaya kurdistanê bîbîne. Drêjî ji frehî 3/2 mezintir
e. Drêjî 90 cm bibe, frehî jî 60 cm dibe.
Wêne 1 TAVA ROJÊ ( tav) : Sîmbola (symbol) ala
kurdistanê ji tava rojê ( tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir
di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21-baskan
nîshana NEWROZ Û YEZIDÎBÛN e. Newroz cejna neteweyê kurd e û kurd jî berê
misilmantî yezidî bûn.
Wêne 2
Ji drêjî û frehîya
alaya kurdistanê (3/2) dîsa tava rojê li ser zevîya navîn ya bi rengê spî
hundir da bi glovera stêrkê 0,5 blind e û bi baskên stêrkê jî 1.0 blind e. Li
jêr binêre.
Wêne 3 Tava Rojê di navenda
alayê da cîhê xwe digire. Li jêr binêre û bibîne.
Wêne 4 Dîsa gerek stêrka tavê
ya bi 21 baskan di navendê da be. Li jor tu dikarî bibîne, baskek stêrkê tuj
rava dike û li jêr jî navend di nav du baskên stêrkê da derbas dibe.
Wêne 5 RENGÊN ALAYÊ:
Zevîyên
Alaya Kurdistanê bi van rengan e: Sor PMS 032 Amadekara Vê
Lêkolînê Mahmûd Lewendî (Em bo alîkarîya Mahmud Lewendî
Spas Dikin) |
|||||||||||||
|
web internet
dvd magazine buildin g service
soft host learnig english Reklam
work host web Computer media
world Portal
web sites engineering bussinies group
history book english learn windows projeck tekstil car
machine elecetic vcd dvd
web building quran iþ
sanat art television
radio cinema host hot windows microsoft
news newspaper technology vize
amrerika usa damain name sale HWRSoft
is an IT company with a young team Reklam
work host web Computer media
world Portal
web sites engineering bussinies group
history book english learn windows
projeck tekstil car machine electiric vcd dev web builder ger
d web inþþat bilgisayer oyyntarým
oyuncak stýþ buyomain host |
||||||||||||
|
|||||||||||||
|
|
|||||||||||||